Jiyan Hisên: Bila qadad ezmanî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Tirkiyê bê girtin

Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhalatê Sûriyê Jiyan Hisên derbarê êriş û gefên dewleta Tirk de got divê Qada hewayî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê girtin. Jiyan Hisên da zanîn ku pêwîste amadekariyên gel hebin û xwe li gorî rewşa şer perwerde bikin.

Di van demê dawî de, dewleta Tirk careke din gefa dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Beriya niha jî dewleta Tirk gelek bajar dagir kirin mîna Efrîn, Girê Sipî, Serê kaniyê, Cerablus û Ezaz.

Gelek partiyên siyasî, tevgerên jin, saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan û gelek aliyên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi riya daxuyaniyên çapemeniyê ev yek şermezar kirin û daxwaza ferzkirina qedexeya hewayî ser asîmanê herêmê kirin.

Têkildarî mijarê, Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan Hisên nirxandin kir.

Jiyan Hisên got, êrîşên dijwar ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin ku dewleta tirk dixwaze herêmên wan dagir bike.

Jiyan Hisên: Pêwîste amadekariyên me hebin û em xwe li gorî şer perwerde bikin

Jiyan diyar kir ku pêwîste amadekariyên gel hebin û xwe li gorî rewşa şer perwerde bikin.

Jiyan Hisên da zanîn ku heta roja îro helwesteke cidî ji Hukumeta Şamê û aliyên navdewletî nehatiye xuyakirin û wiha bi dawî kir:

Em hêvî dikin ku Hukumeta Şamê, Rûsya û Emrîkya berjewaniyên xwe yên kesane bidin aliyekî û ji bo berjwendiya gelê sivîl ê Sûriyê tevbigerin û xwedî helwest bin.

Daxwaza me ji hemû dewlet û aliyên pêwendîdar heye ku qedexeya hewayî li ser asîmana Bakur û Rojhilatê Sûriyê deynin, da ku li pêşiya şerê dewleta tirk a bi balafiran, were girtin.

Back to top button