Fermandarê QSD’ê Mezlum Ebdî: Hemû hêzên me xwe li gorî berxwedanê amade kirine

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê peyamên girîng da.

Ebîd diyar kir ku eger fersendê bidest bixe, dewleta Tirk dibe di demên nêz de êrişî herêmê bike û got:

Hemû hewldanên me ji bo astengkirina tevgereke nû ya dagirkeriya Tirk e.

Eger hat ku êriş destpêkir, divê Tirkiyê zanibe ku wê berisva me ne mîna a salên 2018 û 2019 be.

Hêza QSD’ê qat bi qat zêde bûye.

Wê şer bibe şerê tevahiya Sûrî.

Li hemberî êrişa dewleta Tirk, em dikarin soz bidin gelê xwe ku em ê wan biparêzin.

Back to top button