HRE: LI EFRÎN, MARE Û EZAZÊ 5 LEŞKER Û ÇETEYÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgeriya Efrînê ragihand ku wan di çalakiyên ku li Efrîn, Mare û Ezazê de pêk anîne 5 çete û leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û 16 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên ku li Efrîn, Mare û Ezazê pêk anîn daxuyaniyek weşand û tê de ev agahî dan:
29’ê Hezîranê Hêzên Rizgariyê çalakiyeke sabotajê li dijî hejmareke ji çeteyên girêdayî artêşa Tirk li derdora bajarê Mare li dar xist.
Di encamê de çeteyek hat kuştin û 3 birîndar bûn, erebeyek leşkerî jî hat teqandin.
2’ê Tîrmehê jî Hêzên Rêzgariyê çalaki li dijî 2 noqteyên leşker û çeteyên Tirk ên li gundê Meryemîn yê girêdayî navçeya Şera li dar xistin.
Di çalakiyan de leşkerek Tirk û çeteyek (Liwa El Şimal) hatin kuştin û 2 leşkerên Tirk jî birîndar bûn.
2’ê Tîrmehê Hêzên Rizgariya Efrînê kemînek li derdora gundê Kefer Xaşir yê girêdayî bajarê Ezazê danîn, û komeke çete ji koma (Liwa El Şimal) kirin armanc.
Di encamê de şer di navbera şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê û koma çete de rû da, bi qasî ku hat tekez kirin 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Heman wextî şer, komeke çete ku dixwest piştgirtiya çeteyan bike ji aliyê şervanên me hatin armanc kirin û mayînek bi seyareyeke wan de hat teqandin.
Di encamê de 7 çete birîndar bûn, her wiha erebeyek leşkerî jî hat teqandin.
2’ê Tîrmehê her wiha di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê û komên çete yên girêdayî artêşa Tirk li derdora bajarê Mare’ê şer rû da, lê encama vî şerî nehat zelalkirin.

Leave a Reply

Back to top button