Sadir banga derxistina hêzên biyanî kir, Helbûsî jî piştgirî da wî

Duh li herêma Medîna ya Sedir a Bexdayê nimêja Înê hate kirin. Muqteda El Sedir peyameke bi nûnerê xwe şandibû.
Sedir di peyama xwe de got; “Aliyên dixwazin hikumetê pêkbînin, divê dagirkeran ji welat derxînin.”
Serokê parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî piştgirî da peyama Muqteda Sedir.

Piştî peyama Sedir Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek piştgiriyê belav kir.

Mihemed Helbûsî diyar kir ku Peyama ku Seyîd Muqteda Sedir da, nexşerêyeke nîştîmanî bû û got :

“Pêwîste hêzên siyasî şaştiyên hene çareser bikin!

Dûrbin ji komployên gerdûnî ku hinek di navê de dijîn!.”

Hêjayî bibîrxistinêye hevpeymaniya bi pêşengiya Sedir ya ji Tevgera Sedir, aliyên Sûne û PDK’ê dihat ku navê wê kiribûn, ‘Rizgariya Nîştîmanî’ ji ber serneket hilweşiya û Tevgera Sedir xwe ji parlementoyê kişand.

Back to top button