Aras Hesen: Pêwîstiya Kurdan bi eniyek niştîmanî heye

Mamostayê zanîngeha Raperîna Dr. Aras Hesen ragihand ku armanca dewleta Tirk ya ji êrişên ser Başûrê Kurdistanê, tinekirina gelê Kurd û xaka Kurdistanê ye.

Dr. Aras Hesen derbarê êrişên dewleta tirk yên ser Başûrê Kurdistanê bertek nîşan da.

Aras Hesen diyar kir ku divê Kurd ji xew rabin, ji ber ku Tirkiye hewl dide tevahî Kurdistanê dagir bike û got :

“Dewleta Tirk dixwaze desthilata Osmaniyan ji nûve ava bike.

Ji bo yekîtî û xaka Kurdistanê were parastin, pêwîstiya Kurdan bi avakirina eniyek nîştimanî ya bihêz heye.

Sedema êrişên Tirkiye yên ser Kurdistanê, ne tenê PKK yan jî PDK ye. ”

Hesen da zanîn ku Helwesta niha ya Tirkiyeyê dagirkeriye, suce, divê sînorek ji bo wan were danîn.

Lê berpirsên herêmê bêdengiyê hilbijartine.”

Back to top button