HPG’ê: Li herêma Metîna 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayan de li herêmên Zap û Metîna 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker sûcên xwe ye şer didomîne û got,
“Qadên berxwedanê yên gerîla 7 caran bi çekên kîmyewî hatin bombebaran kirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên gerîla yên bi şêwazê tîmên gerok dewam dike û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê, 15’ê Tîrmehê li Qada Şikefta Birîndaran bi çekên giran derb li hêzên dagirker hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 15’ê Tîrmehê li Girê Cûdî bi çekên giran du caran li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan çeperên şer bombebaran bikin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Piştî çalakiyê dagirkeran alavên xwe yên leşkerî li pey hiştin û qedemekê paşde vekişiyan.

Dîsa 15 û 16’ê Tîrmehê li qada Girê FM bi şêwazê sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê: Artêşa Tirk sûcen şer didomîne qadên gerîla 7 caran bi çekên kîmyewî bobmebaran kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê ragihand artêşa Tirk a ku ji ber derbên gerîla windahiyên mezin dide sûcên şer didomîne û got,

“14 û 15’ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên gerîla 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 6 caran bi balafirên şer, 8 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombebaran kirin.

Gerîla Tv dîmenê alavên leşkerî yên li ser cenazeyê leşkerên Tirk belav kir

Gerîla Tv dîmenê çekên kîmyewî dema dewleta Tirk li dijî gerîla bikartîne parvekir

Back to top button