Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Ger êrişek pêk were dê hêzên me bi lehengî bersivê bidin û li ber xwe bidin

Hêzên parastina Minbicê jî bi daxuyaniyekê tekez kirin ku ew ê ji bo rêgirtina li êriş û dagirkeriya Tirk eniyên şer û berxwedanê berfirehtir bikin û bang li gelên herêmê jî kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana hêzên xwe.

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Fermandariya Giştî ya Ceyş Siwar, Fermndariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Babê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Cebhet Ekrad derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk de daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî li pêşiya navenda meclisê ya li bajarê Minbicê ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Mistefa “Ebû Adil”ve hate dayîn.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin:

“Em şer naxwazin, lê ger êrişeke bi ser gelê me de were, dê hêzên me bi lehengî bersivê bidin û li ber xwe bidin.”

Her wiha diyar kirin dewleta Tirk hewil dide Sûriyê parçe bike û rê li pêş çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê bigre.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku gefên Tirkiyê rasterast bandorê li şerê hêzên wan ê li dijî DAIŞ`ê dike û hat gotin,

“Ev gef hewldanên me yên tevî civaka navneteweyî yên li dijî DAIŞ`ê li herêmê, dikin armanc.”

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Dewleta Tirk hewl dide Sûriyê parçe bike û rê li pêşiya çareseriyê bigre

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dagirkeriya Tirk bêdengiya civaka navneteweyî ji bo gef û êrişên xwe firsend dibîne û hat gotin,

“Ev berpirsiyariyeke mirovî, exlaqî û qanûnî dixe ser milê civaka navneteweyî.

Herêmên dagirkirî bûne navenda çeteyên DAIŞ`ê,

Mînaka herî ber bi çav kuştina Mahir El-Aqal a li Efrîn.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li eniyên şer hêzên hikumeta Şamê tevî çekên xwe ên giran tên bi cih kirin û ev yek bi koorîndeya Rûsyayê tê kirin û wiha dewam kir:

“Em ê hewl bidin rê li êrişan bigirin, lê ger êrişeke pêk were, em ê bersivê bidin.

Dê bersiva me berxwedaneke mezin be.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Divê gelê me li dijî êrişan piştgiriyê bide berxwedana hêzên xwe

Em ê eniya berxwedanê berfireh bikin û rê li êrişên Tirkiyê bigirin.

Di dawiyê de Hêzên parêvanên Minbicê bang li şêniyên herêmê kirin ku li kêleka hêzên xwe bin û berpirsiyariyên xwe yên nîştimanî pêk bînin.”

Back to top button