Çalakiya Nobeta Edaletê a malbatên girtiyan 8 meh li pey xwe hiştin

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 8 meh li pey xwe hişt. Malbatên girtiyan û jinên ji bo piştevaniyê beşdarî nobedê dibin bal kişandin ser bêdengiya li dijî rewşa gitîgehan û gotin: ” Pêwîst e rojekê beriya rojekê bertekek xurt were nîşandan.”

Malbatên girtiyên siyasî yên nexweş û yên infaza wan hatine şewitandin û nayên berdan di 16’ê Mijdara 2021’ê de li Baroya Amedê dest bi “Nobeda Edaletê” kirin.

Di pêvajoya nobedê de jî gelek cenazeyên girtiyên nexweş ji girtîgehan derketin û di heman demê de jî bi hinceta înfazên wan hatin şewitandin gelek girtî nehatin berdan.

Malbatên girtiyan nobeda xwe ya edaletê piştî çend mehan li ber deriyê dadgeha Amedê, Saziya Tipa Edlî (ATK) û Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dan dewam kirin.

Malbatan 8 meh li pişt xwe hiştin.

Girtiyê siyasî Azîz Turan ê di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de tê girtin 6 sal ceza girtibû.

Diya wî Aysel Turan diyar kir ku beriya 3 rojan rêveberiya girtîgehê agahiya şewitandina infaza Azîz dane wî.

Herdem Merwanî ku bavê wê Abdulhalîm Kirtay yek ji girtiyekî nexweş e da zanîn ku wan 8 meh li pey xwe hiştine.

Malbatên girtiyan: Em ê bibin dengê girtiyan

Endama MEBYA-DER’ê Meryem Soylu ku ji bo piştgiriyê beşdarî nobeda edaletê dibe jî destnîşan kir ku ew ê bibin dengê girtiyan.
Muşer Ulker a di beşdarî çalakiyê bû dibêje:

Malbatên girtiyan bi daxwaza edaletê li her deverê geriyan.

Back to top button