Li Helebê bi çalakiyekê tabloyek bi dirêjahiya 58 metreyan hat pêşandan.
Ev tablo jî behsa bajarê Efrînê, dîrok û çanda wê dike.
Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê bi hevkariya Komîna Wênesaz ev çalakî bi rêxistin kir.
Çalakî bi serenavê “Çîroka Axa Zeytûnê” li Cibênat a Helebê pêk hat.
Di çalakiyê de gelek hunermend, endamên saziyên sivîl û bi dehan şênî amade bûn.
Der barê armanca çalakiyê de hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya Herêma Efrînê Egîd Xelîl û da zanîn wan ev tablo bi zanebûn bi vê dirêjahiyê çêkiriye û got:
Me tablo bi dirêjahiya 58 metreyan li gorî rojên berxwedana Efrînê çêkir.
Piştî Şehba û Helebê, em ê li seranserî herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî vê tabloyê bidin pêşandan.