Senherîb Bersûm: Divê civaka navnetewyî rê li ber balafirên Tirkiyê bigire

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm dibêje “Ev bangawaziya partî û hêzên siyasî ya girtina qada hewayî li pêşiya balafiraên Tirkiyê, bangewaziyeke mirovî ye, da ku gelên herêmê ji hovîtiya Tirkiyê bên parastin.
Çalakvan û Rojnamevanê Brîtanî Xesan Îbrahîm jî anî ziman dewelta Tirk bi balafiran welatiyên Bakur û Rojhiatê Sûrî dike armanc û tkez kir divê qada hewayî ji balafirên Tirkiyê re bê qedexekirin.

Dema dawî û tevî gef û êrişên rojane, dewleta Tirk bi balafiran li dijî şêniyên herêmê êriş pêk anîne.

Gelê herêmê jî bi hêrs li dijî vê derdikevin û banga girtina qada hewayî ji balafirên Tikriyê re dikin.

Duh jî 33 partî û hêzên siyasî li dijî van êrişan daxuanî da û ragihand ew ê di dema pêş de dest bi pêngava hashtagê bikin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm têkildarî mijarê îşaret bi girîngiya girtina qada hewayî ya herêmê li ber êrişên Tirkiyê kir û got:

Em xwe digihînin hemû dewletên cîhanê, rêxistinên navneteweyî û NY`yê kubersiva daxwaza gelê me bidin û rêyekê ji bo parastina herêmê ji van gefên yekser bibînin.”

Senherîb Bersûm bang li gelê herêmê jî kir ku li dora hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser kom bibin da ku destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê werin parastin.

Rojnamevanê Brîtanî-Sûrî Xesan Ibrahîm: Divê qedexeya qada hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk bê

Ji bo heman armancê Çalakvan û Rojnamevanê Sûrî Xesan Ibrahîm jî axivî.

Rojnamevan Xesan ku di heman demê de di Koma Biratiya Kurd û Ereban de cih digre balkişand li ser armancên êrişên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî û ev got:

“Divê Kurd, Ereb, Asur û hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûrî hişyar bin.

Dewleta Tirk bi bikaranîna balafirên bêmirov sivîlan dike armanc.

Ev yek ewlehiya herêmê dixe xeteriyê.

Divê qedexeya hewayî pêk bê.”

Xesan Ibrahîm bang li hemû welatiyên Sûrî, Kurd, Ereb û Asur ên li derveyî welat dijîn kir ku serî li parlamentoya welatê ku lê ne bidin û zextê li qada navdewletî bikin da ku qedexeya qada hewayî pêk were.

Back to top button