Meclisa Kantona Efrînê: Dewleta Tirk hemû zagonên navnetewî bin pê dike

Meclisa Kantona Efrînê û MSD li Şehbayê bi daxwiyaniyên cuda bang li DYA, YE kirin ku li hember êrişên dewleta Tirk xwe helwest bin û qada Ezmanî li ber wê bigre .

Meclisa Kantona Efrînê li Kampa Serdem daxwiyanî da .

Meclisê da zanîn ku di demekê de ku cîhan ji bo kirîza Sûriyê li çareseriyê digere , dewleta Tirk gefan li herêmê dixwe û got :

“Dewleta Tirk hemû zagonên navnetewî û mirovî bin pê dike .”

Meclisê destmnîşan kir ku em tevlî banga 33 partiyên siyasî dibin ku divê qada ezmanî li pêş dewleta Tirk bê girtin

MSD: Divê qada hewayî li pêş dewlat Tirk bê girtin

Bi heman armancê MSD’ê li navçeya Ehrezê daxwiyaniyek da .

MSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişên xwe dixwaza daqa xwe ya dagirkeriyê berfreh bike.

MSD’ê bang li NY li kir qedexeya hewayî li ser herêmê ferz bikin da ku tu êrişeke nû pêk neyê.

Back to top button