ŞERVANA YPJ’Ê ESEER ARAS LI DÊRIKÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Dêrikê û navçeyên wê cenazeyê şervanan YPJ’ê Eser Aras bi merasîmekê li goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kirin.

Şervanan YPJ’ê Gulîzer Goranî bi nasnav Eser Aras di encama qeza tirafîkê de şehîd bû.
Bi sedan şêniyên Dêrikê, Koçerat, Berav û navçeya Girkê Legê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê YPJ’ê û Kongra Star axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd û tevahiya malbatên şehîdan re xwest.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de spartin axê.

 

Leave a Reply

Back to top button