Şandeyeke Fransî serdana Rojava kir

Şandeyeke Fransî ku wezîrê karê derve yê berê ê Fransayê Bernard Kouchner tê de cih digire, îro serdana goristana şehîdan a Delîl Saroxan a li Qamişlo kir û li daxuyanî da. Bernard Kouchner got: “Em ê dev ji gelê herêmê bernedin û em ê bi hemû awayan piştgiriyê bidinê”

Şandeyeke Fransî ku wezîrê karê derve yê berê ê Fransayê Bernard Kouchner jî tê de cih digire, îro serdana goristana şehîdan a Delîl Saroxan a li Qamişlo kir.

Şande ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hat pêşwazîkirin.

Şandeyê derbarê gefên Tirkiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Destpêkê, li ser navê Malbatê Şehîdan Mehsûm Hesen axivî û kêfxweşiya xwe ya serdana şandeyê anî ziman.

Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Fransa Xalid Îsa ku di nava şandeyê de cihê xwe digirt jî axivî û wiha got: “Bi saya fedekariya şehîdan nirxên me hatin parastin.

Şehîd û gelê herêmê gelek fedekarî ji bo welatê xwe û tevahiya mirovahiyê kirine,

Ji ber wê hevlbendên me hene û piştgiriyê didin şoreşa me.”

Piştre endamê şandeyê Patrice Franceschi Patrîs Fransişkî ku nivîskar e û ji bo şoreşa Rojava gelek pirtûk nivîsandine axivî.

Franceschi diyar kir piştî têkbirina DAIŞ’ê, ji ber êrişên dagirkeriya tirk û nealîkariya hevlabendên Kurdan herêmê gelek şehîd dan.

Patrice Franceschi di dawiya axaftina xwe de bang li hevalbendên Kurdan kir ku rê nedin êrişên dewleta Tirk ên li herêmê.

Bernard Kouchner: Em ê dev ji gelê herêmê bernedin û em ê bi hemû awayan piştgiriyê bidinê

Piştre wezîre karê derve yê Farnsa yê berê Bernard Kouchner axivî û şehîdên şoreşa Rojava bibîranîn.

Kouchner diyar kir ku ne tenê malbatên şehîdan, dostên gelê Kurd Fransî jî ev şehîd û bîranên wan di bîra xwe de hiştine.

Kouchner anî ziman ew niha bi şerê Ukrayna û Rûsiya mijûl in, lê tevî wê jî ew bi Kurdan û bi şerê wan jî difikirin

Kouchner di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê dev ji gelê herêmê bernedin û em ê bi hemû awayan piştgiriyê bidin.”

Patrice Franceschi: Ji bo ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê serkeftina xwe dewam bike pêwîste piştgirî bê kirin

Endamê şandeyê Patrice Franceschi der barê şoreşa 19’ê Tirmehê de ji televizyonê me re axivî û got:

“Ev serkeftineke mezin e ku we karîbû di 10 salan li ber xwe bidin û parastina xwe bikin.

Lê ev serkeftin di bin gefê Tirkiyê de ye.

Ji bo ku ev şoreş bi ser bikeve pêwîst e li kêleka Fransî jî, hevalbendên Kurdan piştgiriya kurdan bikin û êrişên li ser herêmê bidin rawestandin.”

Serokê şepêla ÇEP ya şoreşgrî li Sûriyê dr. xeyas neîsê ji bo ewlehiya herêmê divê piştgiriya rêveberiya xweser bê kirin

Serokê Şepêla Çep ya Şoreşgrî li Sûriy Dr. Xeyas Neîsê jî serdana Goristana Şehîdan a Delîl Saroxan kir û wiha got:

” Ji bo gelê heremê bi ewlehî bijin zarokên herêmê canê xwe feda kirin.

Ji bo em destkeftiyên wan biparêzin û ewlehiya herêmê biparêzin divê em hevkariyeke cidî bi Rêveberiya Xweser re bikin.”

Back to top button