DI NAVA ÇEND ROJÊN DAWÎ DE LI EFRÎNÊ BÊRITÎ 300 SIVÎL HATIN REVANDIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hovîtiya xwe ya li dijî şêniyên Efrînê didomînin.

Bi taybetî di nava çend rojên dawî de revandina sivîlan zêde bûye.

Her wiha, artêşa dagirker, dibistanên Efrînê veguhestine navendên perwerdekirina çeteyên xwe.

Şêniyan direvînin û di wan navendan de bi cih dikin û pereyan ji malbatên wan diwazin.

Rojane belge û kirinên hovane yên artêşa tirk û çeteyên wê li ser şêniyên Efrînê derdikevin.
Ajansa nûçeyan a Hawarê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava çend rojên dawî de bêtirî 300 sivîlên Efrînî revandin.
Ji bo serbestberdana wan jî, ji malbatên wan pere xwestin.
Çavkaniyekî ji navçeya Şera diyar kir ku 17`ê Hezîranê çeteyan Idrîs Horo û Elî Horo yên ji gundê Zêtûnakê revandin û heya niha çarenûsa wan ne diyar e.
Her wiha çavkaniyên din ji hundirê Efrînê diyar kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya 2 rojan 10 şêniyên Mabata revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

EFRÎN – BINPÊKIRIN
DIBISTANÊN EFRÎNÊ VEGUHESTINE NAVENDÊN PERWERDEKIRINA ÇETE Û AJANAN

Di mijareke din de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, gelek dibistanên Efrînê kirine zindan û bargehên leşkerî.
Dagirkeriya Tirk dibistanên navçeya Mabata, Şiyê, navenda bajarê Efrînê û beriya wan jî yê navçeya Şera veguhestin navend û baregehên leşkerî yên çeteyan.
– Dibistana Şehîd Ezîma (Emîr Xubarî ya berê), ku li qada Azadî ya navenda bajarê Efînê ye, kirine navenda leşkerî û perwerdekirina komên çeteyan û ajanên xwe.
– Dibistana Şehîd Seydo ya Mabata veguhastine navenda çeteyên El-Muntesêr Billeh.
– Dibistana Şehîd Xeyrî ya Şiyê veguhestine navenda çeteyên El-Amşat.
– Dibistana Şera veguhstine navenda polîsa leşkerî.
– Dibistana Reco jî veguhestine navenda leşkerî ya çeteyan.
Ji bilî vê, gelek dibistanên gundan jî, veguhestine zindan û şêniyên herêmê beramberî fidyeyan direvînin û tê de bi cih dikin.

EFRÎN
LI SER RIYA MEYDANKÊ-BILBILÊ SIWAREYEKE ÇETEYAN TEQIYA

Di mijareke din de, duh siwareyeke çeteyan teqiya.
Siware li ser riya navbera Meydankê û Bilbilê teqiya.
Di encamê de 3 çete birîndar bûn.

 

Leave a Reply

Back to top button