KCK’ê salvegera 10. a şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê salvegera 10. a şoreşa Rojava pîroz kir û got: Şoreşa Rojava şoreşa hevpar a hemû gel, jin, bindest û mirovahiyê ye. Li dijî dagirkeriyê parastina Şoreşa Rojava erka her kesî ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî da.

KCK’ê Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ku şoreşa herî mezin û bi wate ya sedsala 21’ê ye, li hemû gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin, ciwan û hemû gelên cîhanê pîroz kir.

KCK’ê Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê weke şoreşa gel û jinan a sedsala 21. a dixwazin bigihin serketinê destnîşan kir.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin gotin:

“Yek ji taybetmendiyên herî diyar ên Şoreşa 19’ê Tîrmehê avakirina civakeke demokratîk û azadîxwaz e ku li şûna desthilatdarî û serweriya dewletê li ser esasê îradeya hevpar û azad a gelan û civakê hatiye avakirin. Ev taybetmendiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê hişt ku pergala mêtingeriyê bi tevahî ji holê bê rakirin û şoreş bigihêje utopyaya jiyana wekhev û azad. Bê şik û guman, afirînerê vê fikrê Rêber Apo ye. Lewma Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser fikir û paradîgmaya Rêber Apo pêk hatiye.”

KCK: Li dijî dagirkeriyê parastina Şoreşa Rojava erka her kesî ye

KCK’ê balkişand ser metirsiya li ser pêvajoya heyî û wiha domand:

Li hemberî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, parastina Şoreşa Rojava erka herî bingehîn û lezgîn e. Erk û berpirsyariya herî bingehîn a şoreşgerî û welatparêziyê, parastina şoreşê li hemberî êrîşên dagirkeriyê ye. Deshilata dewleta Tirk a AKP-MHP’ê dixwazin hebûna gelê Kurd bi têkbirina şoreşa Rojava re ji holê rakin. Demên derbasbûyî di pişt perdeyê de, di serî de DAIŞ bi rêya çeteyên xwe, êrişî Rojava kirin.

KCK’ê îşaret bi dirutiya welatên Rojavayî ya li hemberî şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û wiha got:

Hêzên şoreşger ên Rojava li dijî dijminê mirovahiyê şer kirin û di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi hezaran şehîd dan. Lê Amerîka, NATO û dewletên Ewropayê li cihê ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de deynê xwe bidin, bi eşkere piştgirî didin polîtîkayên qirkirina Kurdan ên AKP-MHP’ê ku xwedî heman zihniyeta DAIŞ’ê ye. Divê gel û derdorên demokratîk ên van welatan li dijî vê helwestê nîşan bidin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:

Em bang li hemû gelên cîhanê, qadên şoreşger û demokratîk dikin ku weke duh îro jî li kêleka gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin û Şoreşa Rojava biparêzin. Şoreşa Rojava şoreşa hevpar a hemû gelan, jinan, bindestan û mirovahiyê ye. Li dijî dagirkeriyê parastina Şoreşa Rojava erka her kesî ye.

Back to top button