2’emîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi erêkirina rêziknameyê û girtina gelek biryaran bidawî bû.
https://www.hawarnews.com/kr//haber/konferansa-hzn-ewlekariya-hundirn-a-jin-bi-girtina-gelek-biryaran-bidaw-b-h18791.html
Doh 2’emîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkir.
Konferans li Hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê bi beşdariya 300 delegeyan hat lidarxistin.
Di konferansê de rapora du salan ya ewlekariya hundirîn a Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat xwendin û nîqaşkirin.
Piştî guhertina Rêziknameyê , slogana Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin a Bakurê Sûriyê hat nîqaşkirin û erêkirin.
Herî dawî pêşniyar û biryar hatin girtin.
Ji wan;
Vekirina dewreyên xurtkirina zimanê Erebî ji bo endamên pêkhateya Ereb.
Vekirina dewreyên ji bo perwerdeya ser teknelojiya û komputeran.
Avakirina komîteyekê ji bo perwerdekirina girtiyan.