JINÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ SERDANA ÇALAKIYA MERTALÊN ZINDÎ KIR

Li dijî dagirkeriyê Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan li Binarê Qendîlê Çalakiya mertalên zindî dewam dikin. Ji bo piştgirya çalakgeran jî Komek ji jinên Başûrê Kurdistanê serdana çalakiya Mertalên Zindî kirin. Jinan çalakiya ciwanan pîroz kir û nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dan. 

Çalakiya mertalên zindî ku Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên li Binarê Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dane destpêkirin dewam dike.
Di vê çarçoveyê de komek ji jinên Başûrê kurdisatnê serdana çalakiya Mertalên Zindî kir û çalakiya wan pîroz kir.
Jinê ku serdana çalakgeran kirin diyar kirin ku dewleta tirk dixwaze gelê kurd tune bikin û kurdistanê bi tevahî dagirbikin.
Jinan bang li jinên Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî dagirkeriyê piştgiriya ciwanan bikin.
Piştî serdana mertalên zindî jinên Başûr berê xwe dan cihê bûyera komkujiya Kortekê û bi navê REJAK daxuyanî li wir dan.
Di daxuyanî de wiha hate gotin:
Bi ruhê şehîd Zîlan em ê dagirkeriyê hilweşînin.
Li hember vê komkujiyê bêdengiya hikumetên Başûr û Iraqê tê wateya destekdayîna dagirkirina Başûr.
Bi navê tevgera REJAK’ê li hember dagirkeriyê çalakiya xwe dewam bikin.
Em bang li hemû jinan dikin ku erkê xwe li hember dagirkeriyê pêk bînin û hemû bi yek dengî bang bikin ‘Na ji bo dagirkerî, na ji bo destdirêjî zarokan û jinan, na ji bo teslîmkerî û nokeriyê’.

Leave a Reply

Back to top button