Amerîka..Di êrişa li eyaleta Indiana de 3 kes hatin kuştin

Li Amerîka êrişeke çekdarî pêk hat.
Di êrişa li ber avahiyeke kirîn û firotinê de, 3 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndarbûn.

Medyaya Amerîkayê ragihand ku şevê din li Greenwood Park Mall a li Indiana di encama êrîşeke çekdarî de 3 kes hatine kuştin û 3 kes jî birîndarbûne.

Li gorî amarên ku di medyaya Amerîkayê de belavbûne, her diçe rêjeya sûc û şîdetê li vî welatî zêde dibe û par 40 kes ji ber êrîşên çekdarî jiyana xwe ji dest dane.

Ji bo qedexekirina çekên şexsî niha li Amerîkayê rojevek germ heye û têgotin ku wê Kongreya Amerîkayê li ser pêşniyarqanûna qedexekirina çekên ferdî rûniştinek pêk were.

Back to top button