Başûrê Ewropa bi şewatan re têdikoşe

Li gel germa zêde ya li başûrê Ewropayê, şewata daristanan jî zêde dibe.
Li Spanya, Fransa, Portugal û Yewnanîstanê xebatên vemirandina agir dewam dikin.
Brîtanya xwe ji bo germahiya rekorê amade dike.

Ewropa ya bi germa havînê re têdikoşe, niha bi şewatên heyî re serê xwe di belayê de ye.

Hat ragihandin ku di du şewatên cuda yên daristanan ên ku roja Sêşemê li herêma Gironde ya li başûrê rojavayê Fransayê derketin û heta niha nehatine vemirandin, herî kêm 11 hezar hektar erd zirar dît.

Ji ber şewatan zêdeyî 14 hezar kes bû cihên nû hatin veguhestin.

Meteorologan ragihandin ku tê payîn ku îro rekorên nû yên germahiyê werin şikandin.

Di heman demê de pêşbîniya germahiyê heya 40 pileyî li başûrê Fransa tê kirin.

Rayedarên Fransayê ragihandin ku zêdetirî 1200 agirkuj beşdarî xebatên vemirandina agir bûne.

Li Spanyayê, li gelek herêman ji başûrê welêt heta Galîsya ya li bakur-rojavayê welat, nêzî 20 şewatên daristanan hê jî nehatine kontrolkirin.

Li herêma Galîsyayê nêzî 4 hezar û 500 hektar erd zirar dît.

Desthilatdarên xwecihî herwiha ragihandin ku 2,000 hektar erd jî ji ber şewata daristanê bandor bûne.

Saziya Meteorolojiyê ya Neteweyî ya Spanyayê AEMET, hişyarî da welatiyan ku germahiya hewayê bi giranî zêde bibe.

Germahiya hewayê li hin herêman gihîşt 45 pileyî.

Li Portugalê, ji bo vemirandina 5 şewatên cuda yên li herêmên navendî û bakurê welêt, xebat didomin.

Hat ragihandin ku ji van şewatan a herî mezin şewata ku li nêzî bajarê Chaves ê li bakurê welêt didome ye.

Wezareta Tenduristiyê ya Portugalê derengiya roja Şemiyê ragihand ku di hefteya dawî de 659 kes ji ber germa zêde mirine.

Hat diyarkirin ku li hin herêmên ku pirsgirêka giran a ziwatiyê lê heye germahiya hewayê ji 40 pileyî derbas bû.

Li hinek herêman jî germahî bi 47 pileyî hate pîvan.

Li Yewnanîstanê roja Şemiyê hate diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 71 şewat derketiye.

Hat ragihandin şewata daristanê ku ji roja Înê ve li girava Girîtê didome doh bi qismî hatiye kontrolkirin.

Saziya Meteorolojiyê ya Îngilîstanê ragihand ku ji bo Duşem û Sêşemê li hin herêman germahî ji 40 pileyî derbas dibe.

Midûriyeta meteorolojiyê ya ku cara ewil alarma “sor” da, ji bo “germa zêde” hişyarî da.

Back to top button