Şoygu ferman da leşkeran ku çekên menzîl dur bikar bînin

Wezîrê Parastinê yê Rûsya Şoygu ferman da yekîneyên leşkerî yên li “Rojhilat” ku çekên dûravêj yên Ukrayna bikin armanc.
Serok dewletê berê yê Rûsya Medvedev jî bi eşkere gef xwar û got:
Nenaskirina Kirimê bû Rûsya, sedema Qiyametê ye.
Di nava van metirsiyên li ser Ukrayna de, Serokê welat Zelensky piştî tesbîtkirina gelek kesên di îstîxbarata navxweyî û dozgeriyê da xiyanet kirine, berpirsên herdu saziyan ji kar girt.

Nîşaneyên şerê li Ukrayna, êdî bi dirêjiya salê re xuya dike.

Şerê ku Moskow plan dikir di nava hefteyan de bigihêje encamê, bi heman dirêj kiriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Şoygu serpereştiya yekîneya leşkerî ya Rûsyayê ya “Rojhilat” kir ku beşdarî şerê li Ukraynayê bû.

Şoygu bal kişand ser wê yekê ku divê erkên êrîşê yên vê yekîneyê bên xurtkirin û ferman da fermandarê yekîneyê ku mûşekên dûravêj û topavêjên artêşa Ukraynayê bi çekên xwe yên nûjen têk bibin.

Wezîr Şoygu hefteya borî yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê yên “Başûr” û “Navenda” yên ku beşdarî şerê li Ukraynayê bûn kontrol kir û destnîşan kir ku di paşerojê de çalakiyên xwe yên leşkerî zêde bikin.

Medvedev gef xwar: Nenaskirina kirimê weke xaka Rûsya sedema “Roja Qiyametê ye”

Serokê berê yê Rûsyayê Dimitry Medvedev diyar kir ku Ukrayna û hêzên rojavayî “bawer dikin ku Kirim ne Rûsî ye”.

Dimitry Medvedev li ser vê yekê hişyarî da ku her êrîşeke derve li ser herêmê wê bibe sedema “Roja Qiyametê”.

Medvedev di axaftina xwe ya ji bo şervanên Şerê Cîhanê yê Duyemîn de got,

“Eger dewletek, Ukrayna be an welatek NATO be, bawer bike ku Kirim ne rûsî ye, ew ji bo me xeterek pergalê ye.”

Bi van gotinên xwe nayê zanîn ka Medvedev gefa karanîna çekên nukleerî xwariye yan na.

Zelensky serokê îstixbarat û dozgerê giştî ji kar durxist

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Serokê Servîsa Ewlekariya Ukraynayê (SBU) Ivan Bakanov û Dozgera Giştî Irina Venicetova ji kar hatine dûrxistin.

Zelensky got,

Bêtirî 60 berpirsên ku di SBU û ofîsa dozgerê de dixebitin li herêmên di bin dagirkeriya Rûsyayê de li dijî Ukraynayê operasyon dikin û 651 dozên xiyanetê û hevkariya bi dijmin re hatine vekirin.

Li Ukraynayê, şefê berê yê SBU yê Kirimê Oleh Kulinic rojek berê hatibû girtin.

Zelensky di axaftina xwe ya duh de got:

“Ji bo îxbarkirina vî kesî bi gumana xiyanetê delîlên têrker hatin berhevkirin.

Hemû kiryarên sûcên wî diyar dikin bi belgeyî di destê wan de ye.”

Back to top button