QSD`ê bi belgeyan şandina çeteyên li Sûrî ji bo Yemen û Başûrê Kurdistanê eşkere kir

Dewleta Tirk berê çeteyên Sûrî dide welatên nû.
QSD`ê bi belgeyan planeke leşkerkirina dewleta Tirk a çeteyên li Sûrî û şandina wan bo Yemen û Başûrê Kurdistanê, eşkere kir.

Dewleta Tirk çeteyên li Sûrî ji bo pêknîna planên xwe li gelek welatan bi kar tîne.

Ev yek gelek caran bi belgeyan hatin isbatkirin.

Herî dawî jî, Navenda Ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê detayên planeke nû ya dewleta Tirk a şandina çeteyên sûrî ji bo Yemen û Başûrê Kurdistanê eşkere kir.

QSD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku MÎT`a Tirk ji komên çeteyên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê daxwaz kir ku rê li pêşiya leşkerkirina çeteyên xwe veke da xwe ji bo mîsyona leşkerî li derveyî xaka Sûriyê amade bikin.

Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk a dagirker navê wê misyonê kiriye “Misyona 3`yemîn” û berê çeteyan dê bide Yemen û Başûrê Kurdistanê.

Ev hejmar rêza misyonên derve ku çeteyên li gorî perspektîfên MÎT`ê beşdar bûne, nîşan dide.

“Misyona 1`emîn” li Lîbyayê bû û “Misyona2`emîn” jî şerê li Azerbêcanê bû.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê diyar ki ku wan kopiyek ji peymanên hatine nivîsîn bi dest xistine û tê de ev yek hatiye diyarkirin:

Her çeteyekî Sûrî ku di “Misyona 3`yemîn’ cihê xwe digire dê mehane 2 hezar û 500 dolar wergire.

Dema birîndar bibe an jî were kuştin dê pereyekî zêde bidinê.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku çavkaniyekî diyar kir ku MÎT`ê û serçeteyên komên terorîst di ‘Misyona 3`yemîn’ de 2 rê li pêşiya çeteyan danîne.

Beşek ji wan dê berê wan bidin Yemenê da ku misyonên veşartî yên MÎT`ê ku 2020`an de organîze kiriye û ji bo wê 150 çeteyên Sûrî şandibûn wî welatî temam bikin.

Beşeke din jî ew ê ber bi Başûrê Kurdistanê ve werin şandin da ku bi artêşa Tirk a dagirker re li dijî gerîlayên PKK`ê şer bikin.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê tê payîn ew çete li baregehên li bajarê Kîlîsê werin perwerdekirin.

Hate ragihadnin ku beşek ji çeteyên Ehrar El-Şerqiyê, Sultan Mûrad û Suleyman Şah gihaştin wir, lê serçeteyên Cebhe El-Şamiyê red kir çeteyan bişînin misyona nû.

Back to top button