Mûrat Karayilan: Dewleta Tirk dixwaze Başûr dagir bike lê gerîla pêşiya vê pilanê digre

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan şer û berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker nirxand û diyar kir artêşa Tirk derbên giran dixwe. Karayilan got: “Heta ku em dewleta Tirk têk nebin wê li tu derê Kurd serbixwe û azad nikaribin bijîn. Divê gelê me gerîla bi tenê nehêle.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan di hevpeyvîneke taybet bi ANF’ê re mijarên di rojevê de nirxand..

Derbarê êrişên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla û başûrê Kurdistanê, Murat Karayilan diyar kir ku ev konsepta dagirkirina başûr negihişt encamê.

Mûrat Karayilan: Dewleta Tirk hemû hêza xwe xist tevberê û dîsa jî derbên giran dixwe

Karayilan anî ziman ku dewleta Tirk hesab kiribû ku hêza xwe ya mayî pê êrişî rojava bike, lê ji ber li qadên gerîla negihişt encamê, hemû hêza xwe xist tevgerê.

Mûrat Karayilan: Dewleta Tirk çekên kîmyewî yên cur bi cur bi kar tîne lê dîsa jî têk çûye

Karayilan qale bikaranîna çekên qedexekirî jî kir û diyar kir ku dewleta Tirk çekên Kîmyewî yên cur be cûr û bombeyên bi madeyên nûkler hatî amadekirin jî bikar tîne.

Mûrat Karayilan: Windahiyên dewleta Tirk gelekin û berpirsê kuştina leşkeran Erdogan e

Murat Karayilan derbarê bîlançoya şer de jî hin agahî dan û diyar kir ku berpirsê kuştina van leşkeran Erdogan û Akar in û ew ê nikaribin bi şer kurdan tune bikin.

Karayilan: PKK’ê ji bo têkbirina dagirkeriyê xwe feda dike û divê gelê me gerîla bi tenê nehêle

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan di dawiyê de ji bo têkbirina dagirkeriyê.

Back to top button