Tevgera Ciwanên Şoreşger li Tirbespiyê daxuyanî da

Çalakî û nerazîbûnên gelên herêmê yên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin. Îro jî li gelek deveran li dijî êrişan daxuyanî û peyamên mezinkirina têkoşîn û berxwedanê hatin dayîn.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker di nava tevgerê de ye.

Îro jî li dijî êrişên dagirkerî û qirkirinê li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ên li navçeya Tirbespiyê daxuyanî dan û gef û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de li dijî êrişan banga bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Yekîtiya Êzidiyên Helebê: Em bang li Hêzên Navnetewî dikin ku sînorekê ji êrişan re deynin

Yekîtiya Êzidiyan a Helebê jî li taxa Şêxmeqsûd bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Yekîtiyê diyar kir dema ku welatî ji ber kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker koçberî herêmên Şehbayê bûne, li wir jî rojek beyî topbarankirin derbas nabe û wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk bi van kiryaran sînordar nema û bi balafirên bêmirov ên biçek pêşengên civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir armanc.”

Yekîtiya Êzidiyan di dawiyê de bang li hêzên navnetewî kir ku sînorekî ji êrişên dewleta Tirk re deynin.

Kongra Star a Helebê: Bila qada ezmanî li hember êrişên Tirkiyê were girtin

Li Helebê jî Kongra Star daxuyanî da û êriş şermezar kir.

Kongra Star diyar kir ku armanc ji van êrişên hovane yên dewleta Tirk qirkirina hemû pêkhateyên herêmê ye.

Kongra Star da zanîn ku di encama van êrişên rojane de gelek pêşengên civakê şehîd bûn û got: “Tirkiyê dixwaze gel bide koçberkirin û dagirkeriya xwe firehtir bike.”

Di dawiyê de bang hate kirin ku qada ezmanî li hember êrişên dewleta Tirk were girtin.

Back to top button