Rêveberiya Xweser: Şoreşa 19’ê Tîrmehê wê bibe bingeha avakirina Sûriya Demokartîk

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, PYD’ê, TEV-DEM’ê, Koordînasyona Kongra Star û KNK’ê bi daxuyaniyên cuda salvegera 10’an a şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin. Di daxuyaniyan de banga parastin û mayîndekirina şoreşê hat kirin.

Bi Boneya salvegera 10. a Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek peymanên pîrozbahiyê hatin weşandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyamekê salvegera 10. a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û wiha got:V “Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser bingeha Serhildana 2004’an û salên dirêj ê têkoşînê pêk hat.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê isbat kir ku pêwîstiya Sûriyê bi sîstemeke rêxistinî nenavendî heye û ev yek bi tecrubeya xwe ya pratîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî.

Rêveberiya Xweser îşaret bi plan û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê kir û got, “Salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê wê bibe bingehek ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û têkbirina dagirkeriyê.”

PYD: Hêzên demokratîk û azadîxwaz ji bo mayîndekirin û parastina şoreşê divê piştgiriyê bikin

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî bi daxyaniyekê salvegera 10. a Şoreşa Rojava pîroz kir û wiha got: Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku yek ji berhemên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê bûye modelek ji bo pêkanîna aştî û aramî û nimûneya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e jî.”

PYD’ê di dawiyê de îşaret bi gef û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê kir û bang li hêzên demokratîk û azadîxwaz ên cîhanê kir ku li hemberî van êrişan li kêleka wan bin û ji bo mayindekirina şoreşê piştgiriya wan bikin.

TEV-DEM: Gelê me divê ji bo parastina destketiyên şoreşê seferber bibe

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM bi heman aramancê daxuyaniyek nivîskî da û got:

“Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwedî nêrîneke siyasî û stratejîk e û xwe spart nirxên exlaqî.

TEV-DEM bang li gel kir ku di vê pêvajoyê de xwedî li erkê xwe yê exlaqî derkevin, xwe bi rêxistin bikin û tev li seferberiya giştî bibin.

Kongra Star: Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan pêk hat bû şoreşa hemû jinên herêmê

Bi heman armancê Koordînasyona Kongra Star jî daxwiyaniyek da û wiha got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê her çendî li Rojava di pêşengiya jinên Kurd de bi pêş ketibe jî, bi demê re bû şoreşa hemû jinên heremê.”

Kongra Star di dawiyê de got armanca wan ew e sedsala 21’ê bikin serdema şoreşa jinan.

KNK: Destkeftiyên Şoreşa Rojava destkeftiyên hemû Kurdistanê ye

Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi peyamekê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kir.

KNK’ê diyar kir ku ev şoreş bi bedelên mezin, bi xwîna deh hezaran leheng û şehîdan gihişte 10 saliya xwe û wiha got: Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşeke neteweyî ye.

Destkeftiyên Şoreşa Rojava destkeftiyên hemû Kurdistanê ye.

KNK’ê di dawiyê de bang li hêz, rêxistin û gelê Kurdistanê kir ku ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin û biparêzên.

Back to top button