JI BO KURD Û TIRKAN FERSENDA LIHEVKIRINÊ HEYE, EM BERNEDIN

Rojnameya Washîngton Post a Emerîkî, nivîseke Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik weşand.. Cemîl Bayik di nivîsa xwe de dibêje, Eger em mijara pirsgirêka Kurd çareser bikin, em dikarin di pêşxistina demokrasî, aramî û aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn de rolek diyarker bilîzin. 

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji bo Rojnameya Emerîkî Washîngton Post nivîsek bi serenavê, “Ji bo Kurdan û Tirkan di warê aştiyê de pêvajoyek girîng e, em bernedin, nivisî.
Cemil Bayik diyar kir ku, şerê navbera Kurd û Tirkan, di qonaxek kirîtîk de ye.
Ji bo lihevkirinê, fersendeke çareseriyê li pêşiya wan e.
Bayik îşaret bi operasyona li dijî Rêber Ocalan jî kir û wiha nivisî.
Dewleta tirk 1999’an bi desteka DYE’yê bi operasyonekê Rêber Ocalan li Kenyayê girt.
Bi vê girtinê re, AKP’ê xurt bû..
Cemîl Bayik di Rojnameya Emerîkî de, li ser pêvajoya aştiyê jî wiha dibêje.
2012’an PKK’ê agirbestek pêk anî…
Vê rewşê bingehek ji muzakereyê re çêkir.
28’ê Sibata 2015’an, nûnerê Gelê Kurd û Tirkiyê rêkeftinke çêkir.
Lê dema Erdogan dît, wê ev yek bi kêrî hilbijartina AKP’ê neyê, carekî din serî li rêya şer da.
Û piştî hevdîtinên navbera Dewleta Tirk û Rêber Ocalan bi dawî bûn, şerekî bihêztir dest pê kir.
Dewleta Tirk bi hemû çekên pêşketî, Kurd qetil kirin û cenazeyên zarokan jî nedidan.
Hevserokê Konseya Rêveber KCK’ê teqez kir ku AKP’ê hewl daye, derbeya mirinê li Kurdan bixîne.
AKP’ê bi nijatperstî û cîhadîstê ji bo Rojhilata Navîn û hemû cîhanê xeterî ye.

CEMÎL BAYIK JI ROJNAMEYA WASHINGTON POST RE:
DEWLETA TIRK TÊKBIRINA DAIŞ’Ê WEKE GEFEKÊ LI SER XWE DIBÎNE

Cemîl Bayik qala têkbirina DAIŞ’ê û bandora wê li ser Dewleta Tirk jî kir.
Dewleta Tirk şoreşa Kurdan a demokratîk li Sûrî û têkbirina terorê ji bo xwe xeter û gef dibîne.
Pirsgirêka Kurd wê tenê bi diyalogên partiya Erdogan re bên çareserkirin.
Di mijara muzakreyê ji bo meseleya Kurd a li Tirkiyê de biryardariya xwe radighînin.
Bayik, Rêber Ocalan weke nûnerê muzekereyê bi nav kir û teqez kir ku divê ji girtîgeha Îmraliyê derkeve û derbasî mala bi ewle bibe.
Bi vî awayî wê sûd ji pêvajoyê were girtin.

CEMÎL BAYIK JI ROJNAMEYA WASHINGTON POST RE:
EGER PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE, EM Ê ROLEKE ERÊNÎ DI ROJHILATA NAVÎN DE BILÎZIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik nivîsa xwe ya ji bo rojnameya Washington Post wiha bi dawî dike.
“Eger em mijara pirsgirêka Kurd çareser bikin, em dikarin di pêşxistina demokrasî, aramî û aştiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn de rolek diyarker bilîzin.
Nexasim Dewleta Tirk vê red dike.

Leave a Reply

Back to top button