Iraq..Hefteya bê wê parlemento ji bo hilbijartinê bicive

Di civîna îro ya serokê parlementoyê ya li gel serokên komên parlementoyê de biryar hat girtin ku hefteya bê wê parlemento ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê bicive.

Îro Serokên Komên Parlementoya Iraqê bi serokatiya Serokê parlemetoyê Mihemed Helbûsî û du alîkarên wî civiyan, daku dema hilbijartina serokkomar diyar bikin.

Hat diyar kirin ku di civînê de serokatiya parlementoyê li gel serokên komên partiyan lihevkirine ku hefteya bê parlemento ji bo hilbijartina serokkomar bi cive.

Li gor çavkaniyek ku ji parlementoyê ji medya Iraqê re ragihandiye got:

Her çiqas dema hilbijartina serokkomar hatibe diyarkirin jî, lê heta niha lihevkirin li ser kesê bibe serokkomar pêknehatiye.

Back to top button