MSD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê destkeftiyeke nîştimanî ye û divê li ser destkeftiyên din bên avakirin

Şoreşa Rojava îro 10 salan li pey xwe dihêle .
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê , Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê daxwiyaniyên cuda dan.
Di daxwiyaniyan de hat gotin :” Şoreşa 19`ê Tîrmehê destkeftiyeke nîştimanî ye.”

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê salvegera 10’an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û got :

“Di bibîranîna vê boneya pîroz de, divê em hurmetê bidin berxwedana dîrokî ya kur û keçên herêmê .

Şoreşa 19’ê Tîrmehê berdewama şoreşa gelê Sûriyê bi giştî ye .

Û ravekirina daxwazên sûriyan e di guhertin, demokratîk û avakirina Sûriyeya nûjen de ye.”

MSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû gelên Sûriyê kir ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê helwestê bikin yek û kar bikin.

 Mala Êzidiyan: Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji cîhanê re bû mînak

Bi heman armancê Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê jî daxwiyaniyek da .

Mala Êzidiyan diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê, ji civakê dest pê kir û her tişt jê re pêşkêş kir û got :

“Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji cîhanê re bû mînak.”

Back to top button