Welatî û çalakvanên Hewlêrê: PKK ji bo mafê Kurdan dixebite

Li Başûrê Kurdistanê di nava 7 mehan de zêdetirî milyonek îmze ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta Terorê hatine komkirin.
Welatî û çalakvanên Hewlêrê piştgirî dan kampanyayê û banga xebatê li hemû azadîxwazên Kurdistanê kirin.

Rojnamevan û Çalakvan Hengaw Haşim anî ziman ku PKK’ê hêzeke Kurdî ye û ji bo mafê gel dixebite.

Hengaw Haşim banga derxistina PKK’ê ji lîsteya Terorê kir û ji Tirkiyê xwest ku bi aştî pirsgirêka Kurd çareser bike.

Welatiyê bi navê Cemal Ehmed jî piştgiriya xwe ya ji kampanyê re nîşan da û got:

”Pêwîst e azadîxwazên Kurdistanê ji bo derxistina PKK’ê ji nava vê lîsteyê bixebitin.”

Back to top button