Yek jê jin 4 welatî ji navçeyên Cindirês, Mabata û Şera hatin revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê li Efrînê bênavber dewam dikin. Çeteyan yek jê jineke temen mezin, 4 welatî revandin û 100 darên zeytûnê jî jê kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyan 4 welatî ji navçeyên Cindirês, Mabata û Şera revandin.

Navên kesên revandin,

Mistefa Mihemed ji gundê Dêr Sewan yê navçeya Şerayê.

Mehmûd Elî Hesen,

Ferzat Ehmed Mehmûd ji gundê Cobno yê Cindrêsê

û jina bi navê Esûm Elîko yê 60 salî ji gundê Mîrkan Hesê.

Heta niha aqûbeta kesên hatine revandin nayê zanîn.

Li aliyekî din, Malpera Efrîn Post navên 3 welatiyên din ên ji gundê Dargirê ku çeteyan beriya du rojan revandin, eşkere kir.

Hat diyar kirin kesên hatine revandin, Cemîl Murad yê 55 salî, Mistefa Cemal yê 20 salî
û Midhet Mirad yê 63 salî ne.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, çeteyan tenê ji destpêka vê mehê heta niha 48 welatî ji Efrînê revandin.

Çeteyan li navçeya Şera 100 darên Zeytûnê birîn

Li aliyê din jî Çeteyan li gundê Qerqîna yê navçeya Şera 100 darên zeytûnê birîn.

Back to top button