HPG’ê: Li herêmên Metîna û Xakurkê 14 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê li başûrê Kurdistanê rojane derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin. HPG’ê ragihand di çalakiyên gerîlayan de li herêmên Xakurkê û Metîna 14 leşkerên Tirk hatin kuştin. Derb li helîkopterekê hat xistin û 2 çeperên dagirkeran jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir Tîmên Gerok yên gerîla bi çalakiyên xwe derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin û ev agahî parve kir; “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê, 18’ê Tîrmehê Tîmên Gerok yên YJA Starê li Girê Şehîd Şahan ji du aliyan ve bi awayekî koordîneyî li hêzên dagirker xistin.

Di çalakiya baskê yekemîn de ya bi çekên giran du çeper hatin hedef girtin, di encamê de her du çeper hatin rûxandin û 6 dagirker hatin cezakirin.

Di çalakiya baskê duyemîn de jî bi rêbaza sabotajê sîstemeke kamera ya mobesse hat rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 18’ê Tîrmehê li Girê Amediyê bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin çeperên şer yên li qadê bi teqemeniyan bombebaran bikin.

Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê li Girê Amediyê di encama çalakiya gerîlayên YJA Starê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Li Girê Hekkarî jî bi rêbaza sabotajê 4 dagirker hatin cezakirin û derb li helîkoterekê hate xistin.”

HPG’ê diyar kir di daxuyaniya wan ya 17’ê Tîrmehê de hatibû ragihandin ku di 14’ê Nîsana 2022 li herêma Zapê gerîla Şêxmûs Akkoyun bi nas nav Merwan Baz di êrişa artêşa Tirk de şehîd bûye.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 10 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kir

“Hevrê Merwan şehîd nebûye û li ser erka xwe ye. Em vê agahiya şaş sererast dikin, ji gelê xwe û malbata heverêyê xwe lêborînê dixwazin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 18’ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên gerîla 10 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 5 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û tankan hate bombebarankirin.

Back to top button