Karmendên Hesekê: Em ê bi hemû hêza xwe li ber êrişan rabin

Îro jî li gelek deverên bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk çalakî hebûn. Di çalakî û daxuyaniyên ku îro hatin dayîn de hat diyar kirin ew ê bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê li ber êrişan rabin û destketiyên xwe biparêzin.

Çalakiyên dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li herêmê dewam dikin.

Rêveber û Karkerên Kargeha Berhemdar a Rêveberiya Xweser li Hesekê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.

Di destpêka daxuyaniyê de salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî gelan hate pîrozkirin û wiha hate gotin:

“Bi saya berxwedanî û lehengiya zarokên herêmê niha em di nava ewlehiyê de dijîn, lê belê dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan destketiyên me têk bibe.”

Hate diyarkirin ku ew weke karmend dê bi hemû hêza xwe li dijî êrişan bisekinin û xaka xwe biparêzin.

Meclisa Jin: Bila Civaka Navnetewî sînorekê ji êrişan re deyne

Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye jî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye Jiyan Hisên ve hate xwendin.

Jiyan Hisên got: Gefên êrişan binpêkirinek eşkere ya hemû erk û peymanên navnetewî û binpêkirina serweriya Sûriyê ye.

Jiyan destnîşan kir ku êrişên li dijî jinan, êrişên li ser tevahî civakê ye.

Meclisê bang li civaka navnetewî û saziyên pêwendîdar kir ku sînorekê ji êrişên dewleta Tirk re deynin û qedexeya li ser qeda ezmanî ya Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin.

“Em ê li kêleka şervanên xwe bisekinin û parastina axa xwe bikin”

Meclisa Edaleta Civakî ya Efrînê jî bi daxuyaniyekê piştgirî da banga partiyên siyasî ya girtina qada ezmanî ya herêmê.

Meclisê di daxuyaniyê de bal kişand ser dijberiya dewleta Tirk a li hember şoreşa Rojava û piştevaniya wê ji komên çeteyan re û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk piştevaniya wan çeteyan kir, baregeh ji wan re ava kirin û ew perwerde kirin.

Ji ber ku wan komên selefî nekarîn armancên dewleta Tirk pêk bînin, wê bi xwe bi awayekî yekser dest li xaka Sûriyê werda û dagir kirin.

Bêdengiya navneteweyî ya li hember van êrişan dê rê li ber vejandina DAIŞ`ê veke.”

Meclisê di dawiyê de teqez kir ku ew ê li hember êrişên dewleta Tirk, li kêleka şervanên QSD’ê bin û parastina herêmên xwe bikin.

Back to top button