NRLS’ê Li Amûdê komcivîneke navneteweyî li dar xist

Bi dirûşmeya “Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Destkeftî-Astengî-Pêşeroj”, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk-NRLS’ê li navçeya Amûdê komcivîneke navnetewî lidarxistin. Beşdarên civînê 10 salên Şoreşê silav kirin û banga bidawîkirina êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê kirin. Her wiha di komcivînê de qala girîngiya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û piştgiriya bi Rêveberiya Xweser re hat kirin.

Komcivîna Navneteweyî ya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), bi dirûşmeya “Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Destkeftî-Astengî-Pêşeroj” li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê hat lidarxistin.

Di komcivînê de, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîrên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derveyî wê, nûnerên hêzên leşkerî,
her wiha şandeya Fransa a ku, wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Concher, jî di navê de, amade bûn.

Endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Ehmed Sîno destpêkê axivî û got:

“Şoreşa Rojava sîstemên rêveberiyê nûjen kir û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilberand, peymaneke civakî ya li şûna destûrê erê kir ku mafên hemû pêkhate, ol û etnîk û neteweyan, nas dike.”

Rûksan Mihemed: Şervanên YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bûn sembola azadiyê

Piştre berpirsa Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksan Mihemed axivî û wiha got:

“Beşdariya jinan di xebatên leşkerî de bala hemû cîhanê kişand ser berxwedana ku YPJ’ê raber kiriye û bi wê re şervanên YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bûn sembola lehengiyê.”

Hikmet Hebîb: Şoreşa Rojava şoreşa hemû Sûriyan e

Paşê jî Hevserokê Meclisa Qanûnsaz Hikmet Hebîb banga bidawîkirina gefên dewleta Tirk kir û got: “Em xwedî projeyeke demokratîk in da ku krîza Sûriyê çareser bikin û xwe bigihînin kongreyeke neteweyî ku tê de hemû sûrî beşdar bibin.

Xeteriyek li ser welat heye, ew jî dewleta Tirk e, ya ku hewl dide Sûriyê dagir bike.

Şoreşa Rojava şoreşa hemû sûriyan e.”

Aram Hena: Me bi baweriya bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê DAIŞ têk bir

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena jî axivî û wiha got:

“Me bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê, bi çarenûsa hevpar û rêgezên biratiya gelan bawer kir.

Me ji van têgehan dest pê kir ku parastina Sûriyê bikin û me DAIŞ li Baxozê têk bir.”

Bernard Kouchner: Em deyndarên we ne

Wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê Bernard Kouchner jî axivî û got: “Deh sal ji xebat, fedekariyan û îradeyê, ez we silav dikim.

Gelek dostên we li Fransayê we nas dikin.

Em deyndarê we ne, ji ber ku we DAIŞ tune kir. Her kes têkiliya di navbera Tirkiye û DAIŞ`ê de dizane.

Ji lew re, di vê şerê dawî de em ê li kêleka we bin.”

Her wiha ji aliyê gelek siyasetmedar û nivîskaran ji derve ve peyamên bi dîmen dan û gelek kes jî bi riya dîmen beşdar bûn.

Di peyaman de xebatên komcivînê hatin silavkirin û banga nîşandana hewlesta li dijî kiryarên dewleta Tirk hat kirin.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat pêşandan.

Di komcivînê de, li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê, damezrandina rêveberiya xweser, zehmetî û astengiyên li pêşiya Şoreşê, rûniştin hatin lidarxistin û semîner hatin dayîn.

Back to top button