YUKSEL KOÇ: EM Ê DI KOMXEBATA 27’Ê TÎRMEHÊ DE HELWESTA XWE YA NETEWÎ DIYAR BIKIN

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç piştî ku 4 rojan li Berlînê hevdîtin pêk anîn ragihand ku di 27’ê Tîrmehê de wê bi Komxebata Neteweyî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwesteke netewî diyar bikin.

Yuksel Koç li Komeleya Civaka Azad a li Berlînê bi nûnerên saziyan û kesên serbixwe re hate ba hev û derbarê hevdîtinên 4 rojan axivî.
Koç got:
Em rêveberên saziyên Kurdan ev 4 roj in li Berlînê ne.
Yek ji armanca me jî ew e ku deklarasyona Rêber Apo belav bikin û bigihînin gelek derdoran.
Li ser vî esasî ronakbîr, nivîskar û nûnerên saziyan ên Tirkiye û Kurdistanê em dicivin û nîqaşan dikin.
Yuksel Koç dazanîn ku di hevdîtinan de wan dît ku li hemberî dagirkeriya Başûrê Kurdistanê û hevkarê dagirkeriyê PDK’ê divê helwesteke neteweyî hebe.
Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç daxuyakirin ku wê di komxebata 27’ê Tîrmehê de, ew ê helwesta xwe ya netewî diyar bikin.

Leave a Reply

Back to top button