Bi boneya salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê QSD’ê şahiyeke pîrozbahiyê li dar xist

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê salvegera 10. a şoreşa Rojava bi şahiyekê pîroz kir.
Di şahiyê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî peyama parastina destkeftiyên şoreşê da.

QSD’ê ji bo pîrozkirina salvegera şoreşê bi amadebûna Fermandarê giştî Mezlûm Ebdê; şahiyek lidar xist.

Destpêka şahiyê, Yekîneyên Antî Teror (YAT) torneke leşkerî pêk anî.

Di şahiyê de Mezlûm Ebdî axivî û salvegera şoreşê li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî pîroz kir.

Mezlûm Ebdî anî ziman ku ji destpêka şoreşa Rojava û heta roja îro êriş li dijî herêmê ranewestiyane û got:

”Di nava van 10 salan de rojek bê êriş derbas nebû.

Lê li hember wê jî her roj berxwedanî hebû, û bi saya vê berxwedanê hemû êriş hatin têkbirin.”

Dawiyê Fermadarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî piştrast kir ew ê bi her awayî destketiyên şoreşê biparêzin.

Back to top button