Şêniyên Til Rifet amadekariyên xwe yên xweparastinê dikin

Til Rifet yek ji wan deveran e ku dewleta Tirk niha gefa dagirkirina wê dixwe.
Li beramberî van gefan û di çarçoveya rewşa awarte ya li herêmê hatî ragihandin de, şêniyên Til Rifatê peyama berxwedanê didin û dibêjin ” Em amade ne û em ê rê nedin ti kesî ku herêmên me dagir bikin..”
Niha komînan komîteyên rewşa awarte ava kirine û li gor erka xwe di nav amadekariyan de ne.

Ji deverên ku niha di bin gefa dagirkirinê de ne, Til Rifet e.

Dewleta Tirk demek e li dijî vê deverê jî gefa êrişkirin û dagirkirinê dixwe.

Şêniyên Til Rifetê jî li beramberî van gefan û di çarçoveya rewşa awarte ya li herêmê hatî ragihandin de, amadekariyên xweparastinê dikin.

Tevî şêniyên wê, bi dehhezaran koçberên Efrînê jî li Til Rifetê bi cih bûne û ew jî di nava amadekariyan de ne.

Ev amadekarî jî bi rêya komînên taxan pêk tên.

Niha 15 komînên li navçeya Til Rifetê di bin çavdêriya meclisa navçeyê de, bi hev re dest bi avakirina komîteyên rewşa awarte kirine.

Her yek ji van komîteyan jî xwedî erkek e.

Ji wan jî komîteya peydakirina pêdiviyên bingehîn yên civakê ye.

Ev komîte bi erka peydakirina pêwîstiyên jiyanî yên sereke mîna nan, av, mazot û kehrebeyê radibe.

Her wekî Komîteya rakirina birîndar û şehîdan jî hatiye avakirin.

Ev komîte dema ku birîndar û şehîd hebin yekser destwerdanê dike.

Komîteya Parastinê jî ji bo dabînkirina yekîneyên parastinê bi erka xwe radibe.

Koçbera ji Efrînê Xalîde Qasim jî tekez dike ew ji cihê xwe dernakevin û eger êrişek li ser wan were kirin, ew ê xwe biparêzin.

Back to top button