Wickremesinghe bo serokê nû yê Srî Lankayê

Krîza aborî û siyasî ya li Srî Lanka hikumeta welat da guhertin.
Piştî xwepêşandanên bi heman, gel karî malbata Rajapaksa ji deshilata welat daxîne.
Parlamentoya Srî Lanka jî ji bo diyarkirina serokê nû civiyan.
Ranil Wickremesinghe weke serokê nû yê welat hate hilbijartin.

Welatiyên Srî Lanka dixwazin êdî rewş êdî aram bibe.

Bi mehane li welat ji ber krîza aborî û siyasî xwepêşandan pêk dihatin.

Herî dawî di 9’ê Tîrmehê de xwepêşandêran avêtin ser koşka serokomariyê û ew neşar kirin ku ji welat bireve.

Ji bo rêveberiya nû ya welat, Serokwezîr Ranil Wickremesinghe hêza deshilatdariyê girt destê xwe.

Li parlamentoyê dengdana veşartî pêk hat.

225 parlamenteran ji bo diyarkirina serokê nû yê welat ku li cihê Gotabaya Rajapaksa yê 14’ê Tîrmehê bi rêya e-mail ê îstifaya xwe pêşkêş kirî civiyan.

Di dengdanê de, Wickremesinghe bi 134 dengan bo serokê nû yê welat.

Hevrikê xwe yê partiyê Dullas Alahapperuma jî 82 deng bidest xist.

Wickremesinghe wê heta 2024’an li ser erkê serokatiya welat bimîne

Tevî Wickremesinghe, yek ji kesayetên sereke yên mûxalefetê, Wezîrê berê û Berdevkê Hikûmetê Dullas Alahapperuma û seroka baskê Marksîst li parlamentoyê Anura Kumara Dissanayake, ketin pêşbaziyê.

Wickremesinghe ku deng bi dest xist, wê heta 2024’an li ser erka serokatiya welat bimîne.

Li gorî gelemperiyê Rajapaksa ger ji deshilatê ne hatiba xistin wê heta wê salê li ser erk maban.

Wickremesinghe di hilbijartinên serokatiyê yên 1999 û 2005 de jî namzet bû, lê nehat hilbijartin.

Back to top button