Ji Koşka Spî îdiayên bo Rûsya: Rûsya xwe amade dike beşek ji xaka Ukrayna bi xweve girê bide

Rûsya ya ku di meha 5’an a şerê li Ukrayna de nêzî serketinê bûye, dixwaze armancên xwe bêxe meryetê.
Koşka Spî ragihand ku Rûsya xwe amade dike Xerson jî di nav de beşek ji Ukraynayê, bi xwe ve girê bide.

Di meha 5’an de Rûsya di armanca xwe ya li Ukrayna de bi israre.

Tevî hemû cezayên hatine ragihandin, Moskow êrişên xwe yên li rojhilatê Ukrayna didomîne.

Hemwextî vê yekê ji Waşîngtonê îdiayên balkêş derketin holê.

Dîrektorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de polîtîkaya derve ya Amerîkayê nirxand û bersiv da pirsên rojnamevanan.

John Kirby got,

“Gelek delîl, îstîxbarat û agahiyên giştî di destê me de hene ku Rûsya dixwaze hîn zêdetir axa Ukraynayê bi xweve girê bide.”

Kirby îşaret bi êrişa Rûsya ya 2014’an ku bo kontrolkirina Kirimê kir û ev tişt anî ziman:

Rûsya ji bo vê jî wê şerê wekaletê bike û biçe “referandûma sexte”.

Amerîka wê hefteya pêş paketa nû ya alîkariya bo Ukrayna ragihîne

Kirby destnîşan kir ku Rûsya dikare xetên Donetsk û Lûhanskê û Xerson û Zaporozhye jî bi xaka Rûsyayê ve girê bide û got:

“Eger ev yek pêk were em ê Rûsya bêceza nehêlin.”

Rêvebiriya Biden wê hefteya pêş alîkariya çekan a nû ji Ukraynayê re ragihîne.

Ev dê bibe pakêta 16’emîn a alîkariyê ya leşkerî ku Biden bo Kîevê dike ye.

Wê sîstemên roketan ên pêşketî û cebilxaneyên roketan ên ku artêşa Ukraynayê bi bandor bikar tîne hebin.”

Li ser pirsa hefteya borî Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan ku gotibû Îran xwe amade dike bi sedan firokeyên bêmirov bide Rûsyayê, Kirby ev bersiv da:

“Heta niha ti nîşan nîne ku ev firotin pêk hatiye.

Lê ev yek nîşan dide ku Putin di warê pîşesaziya parastinê de çiqasî bêhêvî ye û ji aliyê gelek tiştên ku bikire jî bi çavkaniyên biyanî ve girêdayî ye.

Back to top button