MÎT’A Tirk û PDK gefê li rojnamevanan dixwin û sîxuriyê li wan ferz dikin

MÎT’a Tirk û dezgeha Parastin a PDK’ê gefên li rojnamevanan dixwin û xebatên sîxuriyê li wan ferz dikin. Têkildarî mijarê de kampanya Çetir û xebatkarên Ajansa Rojnews li Silêmaniyê daxuyanîyek dan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin weke rojnamevanên azad wê ti êrîş, zext û gef nikare wan ji rêya rast vegerîne. Her wiha hat gotin ger tiştek bi rojnamevanan were, MÎT û PDK’ê berpirsin.

Ev demek e li ser rojnamevanên Çapemeniya Azad, Kampanyaya Çetir û Ajansa Rojnews ji aliyê îstixbarata Tirk MÎT û Parastinê ya PDK’ê ve zextê sîxûrkirin û gefên êrîşê tê kirin.

Xebatkar û rojnamevanên Kampanyaya Çetir û Ajansa Rojnews derbarê mijarê de li sekoya parka Azadî ya Silêmaniyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Xebatkar û rojnamevanên kampanya çetir û Rojnews: ger tiştek bi rojnamevanan were MÎT û PDK’ê berpirsin

“Bi rêya îstixbarata Tirk MÎT’ê û dezgeha Parastinê rêveberê Kampanya Çetir û beşek zêde ya rojnamevanên azad hatiye xwestin ku li gorî daxwazên wan kar bikin.

Eger vê nekin jî gefa êrîşa derûnî lê tê kirin.

Çawa ku li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve êrîşî û gef li rojnamevanan tê xwarin û heta niha 16 rojnamevan hatine girtin, bi heman rengî û siyasetê li Başûrê Kurdistanê jî dikin.

Sedema esasî jî ew e ku ev rojnamevan li ser eşkerekirina dagirkeriyê û dîsa hevkariya PDK’ê ya li gel AKP”ê re dixebitin e..

Dixwazin ev neyê eşkerekirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat diyar kirin ku wan piştî aliyên ewlekariyê yên Silêmanî, Sendîkeya Rojnamevanan, Sentera Metro agahdarkirine xwestin raya giştî jî agahdar bibe û hat gotin:

“Ev êrîş û metirsiyên li ser rojnamevanên azad û dîsa Kampanya Çetir û Ajansa Rojnews, li ser hemû rojnamevanan e.

Em hemû raya giştî, Hikûmeta Iraq, Hikûmeta Herêmê, nûnertiya welatan, saziyên mafê mirovan û aliyên piştevaniya rojnamevanan agahdar dikin.

Her metirsiyek li ser canê rojnamevanên azad û karmendên Kampanyaya Çetir û Rojnews hebin, MÎT’a Tirk, Parastina PDK û saziyên ewlekariyê yên Hikûmeta Herêmê berpirs in. “

Back to top button