Yekîtiya Avahîzan a herêma Firatê daxuyanî li dijî êrişan da

Çalakiyên li dijî gef û êrişên dewleta Tirk dewam dikin. Îro jî li seranserî herêmê li dijî êrişan daxuyanî hatin dayîn û hat gotin ewê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin.

Gelên herêmê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker di nava çalakiyan de ne.

Yekîtiya Avahîzan a Odeya Bazirganiyê a herêma Firatê daxuyaniyek li dijî êrişan da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk binpêkirina serweriya Sûriyê berdewam dike, welatîyan dike armanc.
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide çareseriya siyasî li Sûriyê asteng bike û bi wê armanc dike ku ewlehiya li xira bike.”

Yekîtiyê piştgirî da banga partî û hêzên siyasî ya girtina qada ezmanî a li hember êrişan.

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk: Divê gel li hember van êrişan bibin yek

Endamên Kongreya Civaka Îslama Demokratîk ya Herêma Efrînê jî li navçeya Fafînê a Şehbayê bi heman armancê daxuyanî dan.

Daxuyanî ji aliyê Şêx Reşad Hebeş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewleta Tirk bi awayekî eşkere û li ber çavên her kesî gefên êrişan dixwe.

Dewleta Tirk, di bin navê îslamê de êrişan dike, gelan didin koçberkirin û mal û milkên wan talan dikin.”

Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku hember van êrişan bibin yek û hevgirtina xwe xurt bikin.

PYD: Bi rihê Şerê Gelê Şoreşgerî em ê xaka xwe biparêzin

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê jî li Til Birakê daxuyanî da.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de êrişên rojane yên li ser herêmê ku ewlehî û armiya wê dike hedef şermezar kir.

PYD’ê di dawiyê de soza berxwedana li hember êrişan da û got: “Bi rihê şerê gelê şoreşgerî em berxwe bidin û xaka xwe ji planên dewleta Osmanî ya nû biparêzin.”

HPC: Li hember êrişan em ê berxwedana xwe bilind bikin

Li Helebê jî Hêzên Parastina Civakî -HPC’ê daxuyanî da û êriş şermezar kir.

HPC’ê da zanîn ku armanc ji van êrişên hovane yên dewleta Tirk koçberkirina niştecihên resen û guhertina demogerafiya herêmê ye.

HPC’ê teqez kir ku ew ê li hember êrişan asta têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin.

Beşdarên daxuyaniyê jî diyar kirin ku ew şer naxwazin.

Heyva Sor: Êrişeke li dijî herêmê dê bandorek xirab li Sûriyê û welatên cîran bike

Heyva Sor a Kurd jî li dijî êrişan daxuyanî da.

Heyva Sor diyar kir ku êrişeke nû li ser herêmê dê bandorên xirab li Sûriyê û welatên derdora wê bike û got: “Zêdetirî sed hezar penaber û koçber li herêmê di kampan de dimînin.

Ev êriş dê bandorê li wan bike û rê li ber koçberiyek nû jî veke.

Back to top button