Fermandrê QSD’ê Mazlûm Ebdî û generalê Emerîkî Michael Corella hevdîtin pêk anîn

Fermenadarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û fermandarê Fermanderiya Emerîkî ya Rojhilata Navîn Michael Corella Maykil Korêla hevdîtin pêkanîn. Generalê Emerîkî got, Hikûmeta Emerîka dijî her êrişeke Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkî General Michael Corella Maykil Korêla li hev civiyan

Rojeva sereke ya civînê jî gef û êrişa muhtemel a dewleta Tirk li dijî Bakurê Sûrî û têkoşîna hevkar a li dijî DAIŞ’ê bû.

Fermandarê QSD’ê berî niha di daxuyaniyeke çapemeniyê de hişyar kiribû ku eger êrişeke dewleta Tirk pêk were, wê têkoşîna wan a li dijî DAIŞ’ê were rawestandin.

Di civîna li gel generalê Ameîrkî de, Ebdî ev helwesta xwe bi zelalî dubare kir.

Wekî din îşaret bi Kampa Holê û girtîgehên çeteyên DAIŞ’ê jî kir û piştrast kir ku divê hewldanên navneteweyî ji bo çareserkirina vê dosyayê werin zêdekirin..

Generalê Amerîkî Michael Corella jî eşkere kir ku hemû saziyên leşkerî û Hikûmeta Amerîkayê êrişeke Tirkiyê li Bakurê Sûrî red dike.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê û Pentagonê jî li hemberî tevgereke dagirkeriyê ya dewleta Tirk metirsiya xwe anîbûn ziman.

Di vê navberê de Serokê Dewleta Tirk a dagirker Erdogan dîsa behsa hebûna hêzên Amerîkî li Bakurê Sûrî kir û got “Divê Hêzên Amerîkî ji Rojhilatê Firatê derkevin”

Hêzên Amerîkî ku serkêşiya Koalîsyonê dike, ji sala 2014’an derbasî Bakurê Sûrî bûn û li gel YPG û QSD’ê dest bi hevkariya li dijî DAIŞ’ê kiriye..

Bi hezaran Kîlometre ji axa Sûrî ji DAIŞ’ê hatin paqijkirin.

Lê heta îro jî Hêzên Sûriya Demokratîk operasyonan li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk tîne û hişyariyê dide ku hîna metirsiya wê li herêmê zêde ye.

Back to top button