El-Miqdad: Êrişeke dewleta Tirk ya li dijî Sûriyê wê ewlehî û aramiya herêmê têk bibe

Wezîrê karên derve yê hikûmeta Şamê Feysel El-Miqdad diyar êrişên dewleta Tirk wê ewlehî û aramiyê herêmê têk bibe û da zanîn ew li dijî vê yekê ne.

Feysel El-Miqdad di civîna çapemeniyê ya li bi wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan a li Tehranê de got: “Ger dewleta Tirk êrişî xaka Sûriyê bike wê ewlehî û aramiya li herêmê têk bibe.”

El-Miqdad diyar kir ku ew hemû siyasetên tirkkirinê, avahiyên mêtingeriyê û destwerdana dewleta Tirk di kar û barên Sûriyê de red dikin.

Feysel El-Miqdad wiha got: “Divê hemû hêzên biyanî yên ku bi awayekî neqanûnî li ser xaka Sûriyê ne, derkevin.”

Back to top button