Artêşa Tirk cihê geştiyariyê li gundê Perex ê ser bi Zaxo ve topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker careke di li başûrê Kurdistanê komkujî pêk anî. Dewleta Tirk îro di saetên piştî nîvro de, cihê geştiyariyê yê li gundê Perex ê Derkarê yê ser bi Zaxoyê ve, topbaran kir. Ji ber bombebaranê heta niha 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 22 kes jî ku di nava wan de zarok hene, birîndarin. Rewşa hin birîndaran jî giran e.Topbaran ji qereqola Kirya Reş ya bi ser Silopayê ve hat kirin. Tişta ku cihê pirsê ev e, gelo PDK’ê çawa ew sivîl derbasî wê herêma şer kirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk careke din komkujî pêk anî.

Artêşa Tirk a dagirker îro di saetên piştî nîvro de, cihê geştiyariyê yê li gundê Perex a ser bi Zaxoyê ve, topbaran kir.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk ji qereqola Keriyê Reş a li Silopiya Şirnexê ve dever topbaran kiriye.

Li cihê topbaranê, geştiyarên Ereb ên Iraqî hebûn.

Di topbaranê de zarok jî di navê de 9 welatiyên ereb jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî birîndar in

Di encama topbaranê de, şehîd û birîndar çêbûn ku di nava wan de zarok jî hene.

8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn.

Ji birîndaran jî kesekî jiyana xwe ji dest da û bi vê yekê hêjmar bû 9 kesan û 22 jî birîndar.

Ji birîndarên mayî jî rewşa hinekan giran e û ew rakirine nexweşxaneya Dihokê.

Qaymeqamê Zaxo Muşir Beşîr têkildarî vê komkujiyê ji Rojnewsê re ragihand ku kesên ku li cihê topbaranê bûn, geştiyarên Ereb ên Iraqî ne û rewşa hin birîndaran giran e..

Qaymeqamê Zaxo Muşir Beşîr tîne ziman ku 4 top li vê deverê hatin xistin.

Li gorî hin çavkaniyan, di dema topbaranê de, balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmê digeriyan.

Back to top button