Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê Komkujiya Zaxoyê de daxuyaniyek da û got: “Dewleta Tirk bi komkujiyan dixwaze herêmê bide valekirin.”
Em ji malbatên kesên ku di vê komkujiya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.
HPG’ê diyar kir ku li cihê ku dewleta Tirk komkujî pêk aniye, tu hêzên wan li wir tuneye û got:
“Divê hemû kesê ku ji rastiyê bawer dike û bi wijdane, vê komkujiya hovane ya ji derveyî exlaqê mirovahiyê ya dewleta Tirk bibîne û li hemberî vî sûcê mirovahiyê xwedî helwest be.”
Dewleta Tirk bi zanebûn seyrangeha tûrîstîk a gelê sivîl bombe kir.
Divê tu kes hewl nede vê komkujiya bi zanebûn a dewleta Tirk veşêre û li ser bûyerê were girtin.
Rastiya ku divê her kes bibîne ev e; Dewleta Tirk dixwaze serweriya xwe li qadê misoger bike. Ji bo vê armancê bi qetilkirina sivîlan û belavkirina tirs û xofê her kesî bitirsîne û paşde bixe.