Serokwezîrê Iraqê Komkujiya Zaxo şermezar kir û rêxistinên Iraqî û Kurdî jî daxwaza bersivdayînê kirin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî komkujiya dewleta Tirk li Zaxoyê pêk aniye, şermezar kir.

Mistefa Kazimî da zanîn ku dewleta Tirk bi rengekî aşkere serweriya Iraqê bin pê dike.

Topbarana devera şûnwarî li herêma Kurdistanê, bû sedem gelek welatiyên Iraqê di nav de zarok û jin werin kuştin û birîndarkirin.

Kazimî di tiwîtekê de diyar kir ku mafê Iraqê heye bersiva êrişên Tirkiyê bide û wê bi her awayî gelê xwe biparêze.

Parlementerê Iraqê Şêrwan Duberdanî komkujiya li Zaxo şermezarkir û got, pêwîste bersivek hêjayî parastina rûmeta Iraqê were dayîna Tirkiyeyê.

Şaxa Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê a li Germiyanê li ser êrişên deweta Tirk daxuyaniyek belavkir.

Di daxuyaniyê de bang li Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê hate kirin da ku li dijî êrişan bêdeng nemînin û xwedî helwest bin.

Hizba Şuî Iraqê ragihand komkujiya îro ya li Zaxo pêkhat tawanek mezine, divê hikûmeta Iraq vî tawanî bêyî bersiva dîplomasî û siyasî nehêle.

Back to top button