MIHBAŞ: DI PAŞEROJÊ DE WÊ GELEK GAV BÊNE AVÊTIN

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilhamid El-Mihbaş got:

“Serdana me ya ji navenda NY`ê Cinêve û bi wan re îmzekirina hevpeymanan gavek baş e.

Wê di paşerojê de gelek gav bên avêtin.”

 

Rêveberiya Xweser û QSD`ê di 29`ê Hezîranê de peyman bi NY`ê re îmze kir.
Ev gav ji bo zarokan ji qadên şer dur bikin û di nava leşkeran de neyên bicihkirine hate avêtin.
Peyman ji aliyê Nûnera taybet û wekîla sekretera giştî ya NY`î Virginia Gamba û fermendarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî piştî danûstandinên demdirêj girêdayî awayên parastina zarokan û alîkariya wan de, hate mohrkirin.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdilhamid El-Mihbaş yek ji endamên di şandeya serdana Cinêvê kirin, de bû.
Şande li Cinêvê bi berpirsên NY`ê re civîn lidar xistin.
Mihbaş qala serdanê kir û got:
“Şande bi germahî hat pêşwazîkirin.
Nûnerên NY`ê spasiya xwe ji hêzên me yê leşkerî ku herêm ji terora cîhanê rizgar kirin re anîn ziman.
Serdan gaveke baş bû, dê gelek gavên di pêşerojê de bên avêtin.”
El-Mihbaş wiha got:
“Ne ji serkeftina projeya me ya demokratîk û çalakiyên aktîf ên hêzên me yên leşkerî di têkbirina terorê de ba, me nedikarî bigihêjin navenda NY`ê û peymanê îmze bikin.”
El- Mihbaş diyar kir ku îmzekirina vê peymanê dê bibe pêvajoyeke nû ya ber bi peymanên din ve û wiha pê de çû:
“Li gorî peymanê dê hevkarî di çarçoveya parastina zarokan de bi neteweyên yekbûyî re hebe.
Her wiha dê her du alî pêkanîna vê peymanê bişopînin û li ser tecawizan agahdar bikin da ku ti binpêkirinên li ser zarokan çênebin.”
El-Mihbaş di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser diyar kirin ku ew bigiştî piştgiriya plansaziyê dikin û ew ê gelek gavan derbarê “Alîkariya zarokên li dibistanan, avakirina navendên amadekirina zarokan, avakirina projeyên biçûk û qedexekirina bikaranîna zarokan.” biavêjin.

Leave a Reply

Back to top button