Çeteyên Tirkiyê 2 welatî ji Cindirêsê revandin

Çeteyên dewleta Tirk ji Efrîna dagirkirî 2 welatiyên din revandin.

Çeteyên Tirkiyê ji gundê Til Siklûr ê Cindêrsa Efrînê 2 welatî revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê navê her du kesên hatin revandin jî wiha ne:

Behrî Hisên Selîm ê 28 salî û Fewzî Mehmûd Elî yê 27 salî.

Hat ragihanin ku çeteyan kesên navborî birin cihekî ne diyar.

Heta niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Li herêmê ku Tirkiyê dagir kirine rojane ev sûc û binpêkirin tên kirin.

Dewleta Tirk van kiryaran dixwaze welatiyên li wir mayî jî dev ji mal û milkên xwe berdin.

Back to top button