Wickremesinghe sond xwar û bo serokê nû yê Srî Lankayê

Welatiyên Srî Lanka li benda arambûna rewşê ne.
Êdî dixwazin ji krîza aborî ya li welat xelas bibin.
Piştî hilweşandina deshilata malbata Rajapaksa, Parlamentoya welat serokê nû hilbijart.
Ranil Wickremesinghe sond xwar û dest bi kar kir.

Li Srî Lanka xwepêşandanên bi mehan, dawî li deshilata bêtirî 20 salî ya malbata Rajapaksa anî.

Li gor nûçeyên ku di medyaya Asyayê de belav bûne, ji bo Ranil Wickremesinghe ku wek 9’emîn serokê welêt hat hilbijartin, merasîmek hat lidarxistin.

Wickremesinghe di merasîmê de li ber Sererkanê Dadwer Jayantha Jayasuriya sond xwar û dest bi erka xwe kir.

Tê payîn ku Wickremesinghe hevkarê xwe Wezîrê Perwerdeyê Dinesh Gunawardena wek serokwezîr tayîn bike.

Serokomarê 8’emîn ê welêt Gotabaya Rajapaksa piştî protestoyên dijî hikûmetê welat terikandibû û di 14’ê Tîrmehê de bi rêya emailê îstifa kiribû.

Li ser vê yekê, serokwezîrê berê Wickremesinghe weke serokê welat yê demkî hatibû ragihandin.

Wickremesinghe wê heta 2024’an li ser erkê serokatiya welat bimîne

Tevî Wickremesinghe, yek ji kesayetên sereke yên mûxalefetê, Wezîrê berê û Berdevkê Hikûmetê Dullas Alahapperuma û seroka baskê Marksîst li parlamentoyê Anura Kumara Dissanayake, ketin pêşbaziyê.

Wickremesinghe ku deng bi dest xist, wê heta 2024’an li ser erka serokatiya welat bimîne.

Li gorî gelemperiyê Rajapaksa ger ji deshilatê ne hatiba xistin wê heta wê salê li ser erk maban.

Wickremesinghe di hilbijartinên serokatiyê yên 1999 û 2005 de jî namzet bû, lê nehat hilbijartin.

Back to top button