ÇETEYÊN “EL-MUNTASÊR BILLEH” BI SER GUNDÊ QOPÊ VE ÇÛN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinan li Efrînê didomînin. Di bin sîwana faşîzma AKP de, komên çete rojane serdegirtina malan, revandin, destdanîna ser mal û milkan dike. 

Herî dawî jî, çeteyên bi navê “El-Muntasêr Billeh” bi ser xaniyên gundê Qûpê yê Recoyê de girtin.
Çeteyên “El-Muntasêr Billeh” li ser her xaniyekî, bi mebesta parastina wan, bac ferz kir.
Hêjayî bîrxistinê ye, çarenûsa dehan şêniyên Mabata yên hatibûn revandin, heya niha nediyar e.
Tenê hat zanîn ku, ji bo serbestberdana wan, çeteyan ji malbata her kesekî revandî, 150 hezar lîreyên Sûrî xwestin.

Leave a Reply

Back to top button