CIA: Nêzî 15 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin

Ukraynî berdêla şerekî giran didin. Amerîka ragihand ku ew ê çekên menzîl dirêj yên nû bişînin Ukrayna. Îstixbareta wê jî dibêje heta niha nêzî 15 hezar leşkerên Rûsya hatine kuştin û jimara birîndaran 3 qatî vê ye. Di vê navberê de, bandora şerê Ukrayna ya li ser Ewropa jî didome.

Di şerê ku 5 mehin li Ukrayna dewam dike de, gefxwarinên Rûsya tûjtir dibin.

Amerîka ragihand ku tê texmînkirin di êrîşa 24’ê Sibatê ku Rûsya li dijî Ukrayna dayî despêkirin û heta niha nêzî 15 hezar leşkerên wê hatine kuştin.

Rêveberê Saziya Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns ev dane di Foruma ewlekariya Aspen ya li bajarê Koloradoyê pêk anî de eşkere kir.

William Burns anî ziman ku jimara birîndaran jî bi sê qatî ya kuştiyan e.

Her wiha têkildarî kuştiyên Ukrayna jî got, Dibe ku jimara leşkerên Ukrayna yên hatine kuştin hinek ji yên Rûsya kêmtir be.

Li aliyê din rêveberiya Kîevê meha borî gotibû ku di şer de her roj 100-200 leşkerên Ukraynayê tên kuştin.

Burns: Rûsya di eniya şer de stratejî guhert

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov yek ji îşaretên herî zelal da ku Moskow armancên xwe yên şer berfireh dike.

Lavrov doh got, “mîsyonên” leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê niha ji herêma Donbasê derbas bûye.

Lê, Rêvebirê CIA Burns dibêje, rastiya ku hêzên rûsî hîn jî li Donbasê kom bûne, bi kêmanî heya niha, nîşanek e ku Moskow ji têkçûnên xwe yên di destpêka şer de ders girtiye.

Burns got, Artêşa Rûs niha ji têkiliyên nêzîk dûr disekine û îdia kir ku Rûsyaya xwedî fuzeyên dûravêj e û niha bi rêya van hewil dide hêzên Ukrayna têk bibe.

Amerîka wê 4 himars ên din bo Ukrayna bişîne

Di vê navberê de, piştgiriya leşkerî ya Amerîka ji bo Ukraynayê didome.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin û Serfermandarê Hêzên Hevbeş yê Amerîka General Mark Milley piştî civîna 4’emîn a Koma Têkiliya Parastinê ya Virtual a Ukraynayê daxuyanî dan

Austin diyar kir ku ew ê ji bo Ukraynayê 4 pergalên roketên topavêj ên bilind (HIMARS) bişîne Ukraynayê.

Bi vê yekê re wê jimara HIMARS ên bo Ukrayna hatine şandin bigihêje 16’an.

Milley jî got; “Rûsya nekarîn armancên xwe yên stratejîk û operasyonî pêk bînin.”

Rûsya gaza xwezayî kêm şand Ewropa

Li aliyekî din, bi şêwazên cuda, Rûsya Ewropa di nava sermayê de dihêle.

Moskow beriya 10 rojan bi hinceta lênêrîna xeta Nord Stream 1 şandina gaza xwezayî rawestandibû.

Herî dawî careke din Rûsya dest bi şandina herikîna gazê kir.

Lê belê, rayedar diyar dikin ku rêjeya hatinê ji sedî 30 ê kapasîteyê ye.

Back to top button