HPG’ê: Li herêma Metîna 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîla li başûrê Kurdistanê bi çalakiyan bersiva êrişên dagirkeriyê ên artêşa Tirk dide. HPG’ê ragihand li herêma Metîna 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, Her wiha artêşa Tirk careke din bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê bi taktîk û rêbazên dema nû û bi awayekî afrîner derbên giran li artêşa Tirk a dagirker didin û ev agahî parve kir; “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Avaşînê, 19’ê Tîrmehê li dijî çeperên şer yên Kanî Biyê a li Qada Merwanosê çalakî hate lidarxistin.

Di encama vê çalakiya gerîlayên YJA Starê de sîstema kameraya termal hat rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê, 21’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Adil dronek hat xistin ku ji bo bombebarankirina çeperên şer hatibû şandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna, 20’ê Tîrmehê li Girê Amediyê bi rêbaza sabotajê 2 caran li hêzên dagirker hate xistin ku dixwestin ber bi çeperên şer ve werin.

Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatin cezakirin, yek jî birîndar bû.

Heman rojê li Girê Cûdî jî bi rêbaza sabotajê li hêzên dagirker hat xistin û dagirkerek hate cezakirin.”

HGP’ê: Artêşa Tirk 7 caran qadên gerîla bi çekên kîmyewî bombebaran kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla nikare encamê bistîne 20’ê Tîrmehê 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 5 caran bi balafirên şer, 20 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û hawanan qadên gerîla bombebaran kirin.

Back to top button